Li Dêra Zorê Komîteya Karûbarên civakî komxebatek bi bin dirûşmeya Bersivdaneke baştir ji yekbûna civakê re…ji bo kesên vegeriyayî li dar xist.
Komxebat bi beşdariya bi dehan ji endam û rêveberên Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê, komîteyên meclîsê û rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Dêrezorê hat lidarxistin.
Di komxebatê de bi berfirehî projeya Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya ji bo kesên ku ji kampa Holê vegeriyane, hate nirxandin.
Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin û komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.
