Rêxistinên Civaka Demokratîk bi hevkariya Yekîtiya Parêzerên Minbicê, ji bo nîqaşkirina komploya 15’ê sibatê semînerek li dar xist.
Semîner bi beşdariya bi dehan rewşenbîr, siyasetmedar û parêzerên kantona Minbicê hate lidarxistin.
Di semînerê de armancên komploya navneteweyî ya 15’ê sibatê û bêdengiya hêzên navdewletî ya li hember wê hatin vegotin.
Her wiha komploya navneteweyî û girankirina tecrîdê di aliyê hiqûqî de jî hatin nirxandin.
Di semînerê de hate gotin ku aloziyên li herêmê rû didin û tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO, berdewamiya komploya 15’ê sibatê ne.
Paşê beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin.
