Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li dijî binesaziya herêmê, xelkên Hesekê konê çalakiyê vedan.
Bi sedan xelkên Hesekê, endamên Sazî û Partiyên Siyasî serdana kon kirin.
Di bin konê çalakiyê de wêneyê cihên hatine hedefgirtin û alên kurdî hatin daliqandin.
Beşdarên kon nerazîbûna xwe li hemberî êrîşên dewleta Tirk nîşan dan.
dê konê çalakiyê heta 3 rojan dewam bike.
XELKÊN HESEKÊ JI BO ŞERMEZARKIRINA ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ KONÊ ÇALAKIYÊ VEDAN
