Rêveber û Siyasetmedarên herêmê dibêjin ku tevî îmezekirina biriyara agirbestê di sala 2016’an de, jî Tirkiyê li gorî wê tevnagere û binpêkirin û êrîşên xwe
zêdekirin.
Her wiha destnîşankirin ku biryar ji bo hin berjewendiyan hat dayîn û nakeve xizmeta sûriyê.
Di 29 Kanûna 2016an de li Sûriyê ji bo dîtina çareseriyeke siyasî û bidawîkirina kirîza Sûriyê Rêkeftina agirbestê, bi garantiya Amerîka û Rûsyayê, û tekezkirina agirbesteke berfireh li Sûriyê hat îmzekirin û rêxistinên ku di qada navneteweyî de weke terorîst tên binavkirin û hin alî veqetandin.
Cîgrê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebd diyar kir ku piştî derketina biryara agirbestê dewleta Tirkiyê êrîş ranewestandin û ev biryar binpêkir.
Ji aliyê xwe ve endamê Encumena Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Mihemed El-Nasir destnîşan kir ku piştî vê biriyarê kirîza sûriyê kûrtir bû.
Di peymanê de rêxistinên ku di qada navneteweyî de weke terorîst tên binavkirin û hin alî veqetandin , di encamê de û li pêşiya çavên dewltên navneteweyî Tirkiyê hemû zagon binpêkirin û Efrîn ,Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kir.
