SAZIYA PIRKIRINA TOV YA HESEKÊ BELAVKIRINA TOV BI DAWÎ KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Saziya Pirbûna tov ya Hesekê girêbestên belavkirina tov yên li ser cotkaran bi dawî kir.
Saziyê ji destpêka cotmehê ve dest bi belavkirina tovê çandiniyê yê îsal kir.
Cotkaran navên xwe li gel saziyê tomar dikirin, piştre komîteya şopandinê serdana zevî dikir û li gorî wê peyman dihate girêdan.
Rêveberiya saziya Pirbûna Tov ya Hesekê ji Rojava TV re ragihand ku wan pêşwazî li daxwazên cotkaran kirine û tevahî girêbest girê dane.
Her wiha aşkere kir ku li gorî sala derbasbûyî, îsal zêde girêbest nehatine girêdan.

Share This Article