Komeleya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi boneya roja mafên mirovan a cîhanî daxuyaniyek da û banga qedexeya hewayî li ser herêmê kir.
Komeleyê di daxuyaniyê de got, bi derbasbûna 75 salan li ser ragihandina roja mafên mirovan a cîhanî re hîn jî şer li seranserî cîhanê dewam dike .
Her wiha Komeleyê balkeşandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker ên li dijî herêmê û destnîşan kir ku Tirkiyê di êrîşên xwe de sûcên dermirovî pêk tîne.
Komeleya Mafêm Mirovan a Herêma Cizîrê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li cîhanê bi giştî û Komeleya Giştî ya NY bi taybet kir ku erkên xwe bi cih bînin û rê li pêş kiriyarên dewleta Tirk bigirin .
