LI REQAYÊ HEMLEYÊN KONTROLKIRINA BAZARAN DEWAM DIKIN

Rojava Tv
1 Min Read

ofîsa kontrolkirina Giştî ya Şaredariya a Reqayê, bi armanca kontrolkirina buhayan, desteserkirina kel û pelên dem bihurî û rêgirtina li ber keysbaziyê, rojane gerên çavdêriyê li bazarê pêk tîne.
ofîsê vê carê gera xwe ya çavdêriyê li nav cadeya Til Ebyedê li dar xist, da ku erebe û firotina keresteyan a ne rêxistin kirî li nava kolanên bazarê, ku rê li çûnûhatina otomobîl û xelkê digre , kontrol bike.
cadeya Til Ebyed yek ji girîngtirîn bazarên gelêrî ye di nava Reqa yê de û rastî pêşwaziyeke mezin a xelkên herêmê tê.
ofîsê hişyarî da xwediyên van esnafan ku eger ev yek dubare bibe dê li hemberî wan tedbîrên qanûnî bên girtin.

Share This Article