JI BO NÎQAŞKIRINA TUNDIYA LI SER JINAN KOMXEBATEK LI REQAYÊ HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ji bo nîqaşkirina tundiya li ser jinan, panelek li Reqayê li dar xist.

Bi dehan endamên PYD’ê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jin û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.

Di panelê de sedemên tundiya li dijî jinan û çawaniya rê libergirtina wan hatin nîqaşkirin.

Her wiha behsa rewşa jinan ya li herêmên dagirkirî jî hate kirin û hate gotin ku çeteyên Tirkiyê tevahî kiryarên dermirovî li dijî jinan pêk tînin.

Paşê beşdaran nêrînên xwe bi parve kirin û ji bo rakirina tundiyê pêşnîyarên xwe vegotin.

Share This Article