LI ŞEHBAYÊ KOMXEBATEK LI SER ABORIYA KOMÎNAL HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Navenda Lêkolînên Jineolojî û Komîteya Aborî ya Kongra Star, ji bo nîqaşkirina aboriya komînal, îro komxebatek li Şehbayê li dar xistin.
Bi dehan endamên saziyan û nûnerên komîteya aborî beşdarî komxebatê bûn.
Di komxebatê de aboriya komînal û çawaniya pêşxistina wê, her wiha avakirina projeyan hatin nîqaşkirin.
Di heman demê de xurtkirina berhemên xwecihî û rêbazên xurtkirina aboriya herêmê jî hatin nîqaşkirin.
Beşdarên komxebatê nêrînên xwe parve kirin û gotin, bi rêya aboriya komînal ew ê astengiyan derbas bikin.

Share This Article