YRA BI DAXUYANIYEKÊ REVANDINA ROJNAMEVAN SILÊMAN EHMED ŞERMEZAR KIR

Rojava Tv
1 Min Read

YRA îro bi daxuyaniyekê revandina Rojnamevan Silêman Ehmed şermezar kir û bang li Hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku dawî li binpêkirinên li dijî rojnemevanan bîne.
daxuyanî li pêş Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişlo hate dayin û têde hate gotin hate gotin 25’ê mehê rojnamevan Silêman Ehmed li deriyê pêşxabûr hate girtin lê girtina Silêman derveyî pîvan û yasayên mafên mirovan û xalên wê yên têkildarî parastina mafê rojnamevanan ne
yekîtiyê bang li rêxistinên parastina mafên rojnamevanan yên navneteweyî kir ji bo berdana Silêman Ehmed erka xwe pêk bînin
Yekîtiya Ragihandina Azad di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikûmeta Başûr jî kir ku dawî li zext û binpêkirinên li dijî rojnamevanan bîne û Silêman Ehmed di zûtirîn dem de berde.

Share This Article