Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji pencên çeteyên DAIŞ’ê rewşa bajêr gelkeî hate guhertin.
Xelkên bajarê Reqayê diyar kirin ku piştî bajarê wan hate rizgarkirin ew bi ewlehî û aramî dijîn.
Bajarê Reqayê 17’ê Cotmeha 2017’an ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD ve, ji pencên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Piştî hat rizgarikirin guhertineke bingehîn di rewşa xelkên bajêr de çêbû ku nêzî 4 salan di bin dagirkerî, koletî û çewsandinê de û ji mafên herî bingehîn bêpar mabûn.
Xelkên Reqayê diyar kirin ku piştî rizgarkirinê gelek avahiyên nû di bajêr de çêbûn.
Her wiha xelkên bajarê Reqayê anîn ziman ku Encumena bajarê Reqayê gelek kar di bajêr de kirin.
Piştî şerên dijwar ku 134 rojan dom kir, rizgarkirina bajarê Reqayê di 20 Cotmeha 2017 hate ragihandin.
Bajarê Reqayê di warên aborî û xizmetguzariyê de pi pêş ketiye.
Xelkên Reqayê dibêjin ku ev hemû bi saya xebatên komîteyên Encumena Sivîl a Reqayê û israra gel a vegerandina bajarê xwe wekî berê ye.
