Welatiyên bajarê Qamişlo piştevaniya Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dikin û dibêjin, heta dawiyê ew ê li pişta QSD’ê bin.
Her wiha diyar dikin ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi tevahî hêza xwe aramî û ewlehiya herêmê diparêzin.
Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û bazirganên madeyên hişbirê, li ser daxwaza rûspî û serokeşîran, li gundewarên Dêrazorê dest bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” kir.
Li gorî fermandarên QSD’ê operasyon bi awayekî serkeftî bi rêve diçe û bi dehan çeteyên DAIŞ’ê û kesên têkder hatine girtin.
Welatiyên bajarê Qamişlo jî piştevaniya operasyona Xurtkirina Ewlehiyê dikin û dibêjin, heta dawiyê ew ê li pişta QSD’ê bin.
