DEWLETA TIRK KOMKUJIYAN LI DIJÎ GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ PÊK TÎNE

Rojava Tv
2 Min Read

Dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên Civaka Navneteweyî komkujiyan li dijî gelê herêmê pêk tîne.
Di derbarê mijarê de Xelkên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk ên li dijÎ herêmê şemezar kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca qirkirina gelê Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser rojane bi bikaranîna her cure çek êrîşî herêmê dike.

Têkildarî mijarê Xelkên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta Tirk ên li dijÎ herêmê şemezar kirin û gotin, divê gelê herêmê li beramberî van êrîşan xwedî vîn bin.

Elî Sadûn got, ji ber gelê herêmê bi têkoşîna xwe çeteyên DAIŞ’ê têk bir îroj dewleta Tirk êrîşan li dijî wan pêk tîne.

Dewleta Tirk di nava her dem û demekê de bi balafirên xwe yên bê mirov xelkên herêmê, rayedarên Rêveberiya Xweser, fermandar û şervanên QSD’ê hedef digire.

Emîra Abdo bang li Civaka Navneteweyî kir ku ji bo pêşî li ber komkujiyan were girtin divê qedexeya asîmanî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê deyine.

Herî dawî balafireke dewleta Tirk 3’ê vê mehê erebeyeke Hêzên Sûriya DemokratÎk QSD’ê li gundê Hermê Şêxo ku dikeve ser rêya di navbera Qamişlo-Amûdê de bombebaran kir.
Di encamê de fermandarekî QSD’ê li gel 3 şervanan şehîd bûn û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Share This Article