Ev 6 mehin rêxistinêm mirovî alîkarî li ser kampa mehmûdlî ya rojavayî bajarê Tebqayê Qut kiriye bi vê yekê êş û zehmetiyên koçberên li wê kampê zêde bûne..
Koçber dibêjin eger rewş bi vî awayî dewam bike dê karesetek li nava kampê rûbide..
Ev der Kampa Mehmûdlî ye..10 K.M rojavayî bajarê Tebqayê ye , di vê kampê de hezar û 814 malbat bi cih dibin piraniya wan jî ji gundewarên Helebê, Himis, Hema û Dêra Zorê ne
Zêdetirî 6 mehin pêşkêkkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinan ve qut bûye, ji lewra êş û zehmetiyên wan zêde bûne,
koçberên pêşbînî dikin ku ger rewş bi vî rengî dewam bike dê di demeke nêz de kareseteke mirovî li kampê rûbide..
Koçberên ku li kampa Mehmûdlî dimînin dibêjin ji roja ku alîkarî ji aliyê rêxistinan ve hatine rawestandin rewş ber bi metirsiyê ve diçe
li herêmên bakur û rojhilatê sûriyê hejmareke kampên rêxistinkirî hene û tenê rêveberiya xweser bi derfetên xwe alîkariya koçberan dike û Neteweyên Yekbûyî berpirsê vê rewşê dibîne..
