Komîteya Werzîş û Ciwanan ya Encumena Sivîl a Reqayê roj bi roj sektora werzîşê geştir dike.
Hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê Necwa Ebû El- Zir ji Rojava TV re ragihand, ji bo pêşxistina sektora werzîşê wan gelek navendên rahênanê vekirine.
Her wiha diyar dike ku ew girîngiyê didin tevahî leystikan û beşdaran bi awayekî bêberamber perwerde dikin.
Necwa Ebû El- Zir aşkere dike ku ji bo pêşxistina berheyên ciwanan ew piştevaniya wan dikin û ciwanan han didin ku beşdarî çalakiyên werzîşê bibin.
SEKTORA WERZÎŞÊ LI BAJARÊ REQAYÊ ROJ BI ROJ GEŞTIR DIBE
