Li kantona Şehbayê komîteya aboriya jin ya Kongra Star di nava şert û mercên zehmet de, bi dehan projeyên taybet ji bo jinan vekirine.
Yek ji wan jî kargeha çêkirina avê ye ku berhemên wê li bazarên herêmê têne belavkirin.
Rêvebirên kargehê dibêjin, armanca wan xurtkirina aboriya jin û berhemên xwecihî ye.
Ji bo şkandina sînor û bendên ku li dijî jinan hatine xêzkirin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jin di qadên jiyanê de çirûska têkoşîneke bêhempa geş dikin.
Yek ji wan qadan jî, qada aboriyê ye. Li vê kargeha çêkirina ava tendurist ya li kantona Şehbayê jin hewl didin, aboriya herêmê û berhemên navxwe dewlemend bikin.
Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên Tirkiyê yên berdewam, dîsa jin ti astengiyan nabînin û di karê xwe de berdewam in.
Projeyên aboriya jin yên li herêmê rasterast girêdayî Kongra Star in û li gorî rêveberên Kongra Star armanca wan ew e ku piştevaniya jinan bikin û wan bi tenê nehêlin.
Li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sedan projeyên aboriyê yên taybet bi jinan hene û ew proje derfetên kar ji bo jinan peyda dikin û asoyên wan fireh dikin.
