LI HEMBER TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO, GEL BI HÊRS E

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberên Encumena Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê Siyasetên Qirêj ên dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û tekez kirin ku ew ê bi berxwedana xwe azadiya rêber APO misoger bikin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok beşdarî bernameya taybet a Stêrk TV` bû û Agahî di derbarê Rewşa Rêber Abdullah Ocalan de parve kir.

Ok bi bîrxist ku dewleta Tirk û rêveberiya Îmraliyê tecrîdeke giran li dijî rêber Apo ferz dike û di demên berê de nameyên gefxwarinê yên bê nav û bê navnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan.

Ev yek rastî hêrs û bertekên gelê kurd û dostên wan hat.

Rêvebera Encumena Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî têkildarî mijarê diyar kir ku dewleta Tirk bi Girankirina tecrîdê, dixwaze vîna gel bişkîne.

Share This Article