4′ EMÎN FESTÎVALA AŞTIYÊ YA ZAROKAN LI TEBQAYÊ HAT DESTPÊKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi diruşmeya “Kenê me vegerînin” îro Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê 4’emîn Festîvala Zarokan li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê dar xist.

Di festîvalê de nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê û bi sedan zarok û malbatên wan amade bûn.

Komên ku beşdarî festîvalê bûn, Koma Zarokên Aştiyê, Koma Zarokên Firatê, Koma Xisin a Şanoyê û Koma Folklorê ya El-Cerniyeyê ye.

li gorî komîta amadekar dê festîval 4 rojan dewam bike.

Share This Article