Partiya Sûriyeya Pêşerojê û encûmena Idlibê, bi navê şehîd Nadiya El-Xeşan turnuveya duyemîn a tekwandoyê li bajarê Minbicê li dar xist.
Turnuveya tekwandoyê di bin diruşmeya “Bi werzîşê em ê hêviyê çêbikin” hat li dar xistin.
Şêniyên bajarê Minbicê û endamên Partiya Sûriyeya Pêşerojê, di tunuveyê de amade bûn.
Di vê çarçoveyê de berpirsê Ofîsa Rêxistina Giştî ya partiya Sûriya Pêşerojê Îmad El Mûsa ji Rojava TV re axivî û got ku ew di vê turnuveyê de şehîd Nadiya El-Xeşan û şehîdên Partiya Sûriyeya Pêşerojê û şehîdên Sûriyê bi giştî bi bîr tînin.
Turnuve bi xelatikirina tîma El Nisûr û pêşkêşkirina Mertala bîranînê ji bo malbata şehîd Nadiya El-Xeşan, bi dawî bû.
