BERDEVKÊ ŞANDEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BEHSA NÎQAŞÊN CIVÎNA BI ŞAMÊ RE DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Di çarçoveya cîbcîkirina xalên peymana 10’ê adarê ya di navbera fermandarê Giştî yê QSD Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şeri de, şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1’ê Hizêranê de bi rayedarên desthilata Şamê re civiya.

Têkildarî nîqaş û lihevkirina di navberda herdu şandeyan de, Berdevkê şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Yasir Silêman ji Rojava TV re axivî.

Yasir Silêman destnîşan kir ku, soz hat dayîn ku daxwaza wan a veguhestina navendên ezmûnan bo bakur û rojhilatê sûriyê ji desthilata şamê re were raghandin.

Yasir Silêman di nava axaftinên xwe de anî ziman ku, ji bo biserxistina xalên peymana 10’ê adarê, dê hemû nakokî û astengî bi rêya komîteyan werin derbaskirin.

Ji xalên ku Herdu şandeyan li ser nîqaş û lihev kirin, Avakirina komîteyên şopandinê, hêsankirina vegera koçberan û Jinûve aktîvkirina dosyaya taxên Şêxmeqsûd û eşrefiyê bû.

Share This Article