Şêniyên Efrîn û Şehbayê cenazeyên 3 şehîdên ku di 10’ê Hezîranê de di encama êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne, li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê oxir kirin.
Doh li kantona Şehbayê bi hezaran şênî li pêşiya nexweşxaneya Avrîn kom bûn û cenazeyên her 3 şehîdan wergirtin, Piştî wê bi karwanê wesayîtan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ve çûn.
Di merasîmê de rêveberê Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Hesen Berko sersaxî ji malbatên şehîdan û tevahiya şêniyan re xwest û got, “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin ku berxwedana me têk bibin, lê ji ber ku ew nikarin îradeya me têk bibin, balafirên bêmirov dişînin û keç û xortên me hedef digirin”.
Her wiha fermandara YPJ Rojda Efrîn got: “Hersê şehîd xwedî dîrokeke tijî di şoreşê de ne û DAIŞ têk birin, ji ber wê jî dewleta Tirk ew bi awayekî hovane hedef girtin”.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehîdan hat xwendin, piştre radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin oxirkirin.
