TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER ABDULLAH OCALAN ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ BIN PÊ DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Ev 25 sal in Dewleta Tirk a Faşîst Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye, bi ser de jî ev 2 sal in tecrîdeke giran li dijî Rêber Apo dimeşîne.
Têkildarî mijarê Endamên Encumena Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehba ji Rojava Tv re axivîn û tekez kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava berxwedanê de bin.

Her ku diçe dewleta Tirk a Faşîst tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û ev 2 sal in bi ti awayî agahî li ser rewşa Rêber Apo nîne.
Endamên Encumena Malbatên Şehîdan ên Efrîn-Şehba ji RojavaTv re axivîn û tekez kirin ku ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di nava berxwedanê de bin.

Endama Encumena Malbatên Şehîdan Emel Qehreman diyar kir ku ew bêdengiya Civaka Navneteweyî ya li beramberî tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar dikin.

Li aliyeke din jî Endamê Encumena Malbatên Şehîdan Abd El-Henan Mamo got ew ê her dem şopdarên doza Rêber Abdullah Ocalan bin.

Ev 25 sal in dewleta Tirk Rêber Abdullah Ocalan dîl girtiye û bi behanyên cuda cuda rê nade ne parêzer ne jî malbat hevdîntinê pêk bînin, ev rewş jî gelê Kurd dixe fikaran de.

Share This Article