KEDKARÊN TENDURISTIYÊ ÊN LI ŞEHBAYÊ: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI ERKÊN XWE RABE

Rojava Tv
1 Min Read

Kedkarên qada tendrûstî yên Efrîn û kantona Şehbayê bi daxuyaniyekê ambargoya ji aliyê Hikûmeta Şame ve hatiye ferzkirin şermezar kirin.

Doh li kantona Şehbayê ji aliyê Kedkarên tenduristiyê yên ji bajarê Efrîn koçber bûne û niha li Şehbayê bi cih dibin bi daxuyaniyekê bang li civaka navnetewî kirin ku bi erka xwe rabe û dorpêça ji aliyê hikûmeta şamê ve hatiye ferzkirin bi dawî bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Diyar e ku êrîşên dagirkirina Efrînê, koçberkirina niştecihên wê û neçarkirina koçberan ku di mercên jiyanî yên herî zehmet de bijîn, ji bo têkbirina îradeya wan û israra vegera li warê wan pêk tê. Lewra bi gef û êrişên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve yên li dijî koçberên Efrînê û ambargoya Hikumeta Şamê ya li dijî Şehbayê, van zextan temam dike”.

her wiha hat gotin, “Tiştekî ecêb e ewqas destpêşxerî û gavên erênî ji Rêveberiya Xweser derdikevin lê Hikûmeta Şamê hîna di dorpêça xwe de bi israr e”.

Di dawiyê de hate diyarkirin ku dewamkirina ambargoyê jiyana xelkê dixe metirsiyê û herêmê ber bi karesatekê mirovî ve dibe, Kekdaran bang li aliyê mirovî û hiqûqî ên têkildar kirin ku bi erkên xwe rabin.

Share This Article