Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ew ê daxuyaniyekê bi raya giştî re parve bike.
Daxuyanî îroj demjimêr 11 li bajarê Reqayê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de ev xal hatin gotin:
RÊVEBERIYA XWESER BANG LI TEVAHÎ HÊZÊN SIYASÎ DIKE ÇARESERIYEKE HEBEŞ BI RIYA DIYALOGÊ PEYDA BIKIN
Divê hemû hêzên siyasî yên berpirs ji bo bidestxistina gavên pêwîst û dîtina çareseriyeke hevbeş li gorî pîvana diyalog, hevkarî û erêkirinê, bixebitin.
Li gorî naskirina me di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji miqdarê berpirsiyariya me li hember gelê me yê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê, em hewl didin ku gavên pêwîst ji bo çareserkirina aloziyê, pêkanîna aştî û aramiyê nexasim ku heta vê kêliyê tu însiyatîf û pilatformên navneteweyî û herêmî mîna Ceneva, Astana, komîteya destûrî û hwd tu encam ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bidest nexistine, bixebitin. Ev jî girêdayî van sedama ye:
Li gorî vê yekê divê çareseriyek ji aloziya Sûriyê re ji hundir ve were dîtin û divê hikumeta Sûriyê helwesteke berpirs diyar bike û tedbîrên pêwîst ji bo serxistina çareseriyê werin girtin.
RÊVEBERIYA XWESER: EM AMADE NE TEVAHÎ GAVÊN PÊWÎST JI BO ÇARESERIYÊ BAVÊJIN
em tekez dikin em ji bo hevdîtina bi Hikumeta Sûriyê û diyaloga bi wê û hemû aliyên Sûriyê re ji bo şêwermend û nîqaşkina pêşkêşkirina însiyatîfan her wiha dîtina çareseriyê ji aloziya Sûriyê re.
RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ ÇARESERIYEKE KU HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ DI NAV XWE DIGRE WERE DÎTIN
Divê çareseriyeke demokratîk ku hemû beşên civakê bi rêya bawerî û itîrafa bi mafên rewa yên hemû pêkhateyên (Kurd, Ereb, Suryan û Asûr) û yên ol ku civaka sûrî ji wan pêk tê, parastina mafên komî yên van pêkhaateyan, pêxistina nirx û mekanîzmeyên demokratîk, avakirina sîstemeke rêveber, siyasî, demokratîk, pirreng û ne navendî ku mafên her kesî bêyî cûdahî diparêze, beşdar bibin.
Ev yek hate tekezkirin ku hevgirtina civakî, demokratîk û aramî bi rêya beşdarbûna hemû aliyên siyasî, çandî û civakî di rêveberiyan de, hate bidestxistin.
RÊVEBERIYA XWESER: NIMÛNEYA DEMOKRATÎK LI HERÊMÊN ME DIKARE ÇARESERIYÊ PEYDA BIKE
Em di wê baweriyê de ne ku ev nimûneya civakî, demokratîk û ekolojîk ku li ser esasê azadiya jin û parastina ekolojiyê hatiye avakirin û li herêmên pêk tê, têrê dike ku bibe bingeha sereke ya gihaştina çareserkirina aloziya Sûsriyê ye .
Em teqez dikin ku zengînbûn û çavkaniyên aborî yên heyî divê bi awayekî wekhev li hemû herêmên Sûriyê werin belavkirin.
Em careke din tekez dikin ku divê ev çavkanî bi rêya lihevkirina bi hikumeta Sûriyê re û bi rêya diyalog û lihevkirinê, beşdar bibin.
RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ DERIYÊN SEREKE WERIN VEKIRIN
divê deriyê Yarûbiyê (Til Koçer) ê gumrikê û deriyên din jî werin vekirin.
pêkhateyên ku ji herêmên xwe koçber bûne yan jî koçberî derveyî welêt bûne û bidawîkirina zehmetiyên mirovî û li gorî derfetên xwe de amade ye wan hembêz bike û werbigire.
Em teqez dikin ku têkoşîn û xebatên me yên şerê li dijî terorê de li dijî terora rêxistinên terorîst ên DAIŞ’ê û yên din, berdewam e û dê berdewam bike.
RÊVEBERIYA XWESER: TI DIJMINAHIYA ME BI TIRKIYÊ RE TUNE YE
Bihane û belgeyên hikûmeta AKP- MHP’ê di dijminatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji rastiyê dûr in. Hewldana kuştina Fermandarê Giştî yê QSD’ê li Silêmaniyê belgeya herî zelal a vê yekê ye. Bêguman tu dijminatiya me bi gelê Tirkiyê re tune ye. Divê dewleta Tirk dagirkirina xwe ji xaka Sûriyê bidawî bike.
RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ HIKÛMETA ŞAMÊ JI DIYALOGÊ RE VEKIRÎ BE
Bi armanca pêşxistina çareseriyeke demokratîk û aştiyane li Sûriyê, di serî de em bang li dewletên ereban, Netewên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî yên ku di mijara Sûriyê de çalak in, dikin û em bang li hemûyan dikin ku roleke erênî û bi bandor ku di destekê bide peydakirina çareseriyeke hevbeş bi hikûmeta Sûriyê, Rêveberiya Xweser û hêzên niştimanî yên demokratîk re, bilîzin.
nêzîkatiyeke me zelal ji bo çareseriyeke guncav û li gorî pîvana diyalog û lihevkirineke pêşerojî, heye, em vê însiyatîfê li ser bingeha niştîmanî pêşkêş dikin. Em bang li her kesî dikin ku beşdar bibin û di pêvajoya heyî de destekê bidin vê yekê. nîqaşên diyalog û çareseriya niştîmanî, amade ne.
me berpirsyariyeke dîrokî û mirovî girtiye ser milê xwe. Ji vê bingehê em bang li hikumeta Sûriyê û hemû hêzên niştîmanî yên demokratîk dikin ku bersiva însiyatîfa me bikin û ji bo çareseriyeke hevbeş ku aloziyê bidawî bike û zehmetiyên gelê Sûriyê sînordar bike, bixebite da ku em ji bo avakirina welatê xwe ji nûve lihev bikin.
