Têkildarî Dorêça Hikumeta Şamê ya li dijî kantona Şehbayê, Endamê Kordînasyona Rêveberiya Xwecihî ya Şehbayê Nîdal Ibrahîm diyar kir ku ew ji ber nebûna sotemenyê astengiyan dibînin û got dorpêç karê wan asteng dike.
Bendên kontrolê yên Firqeya 4’an a Hikumeta Şamê dorpêçeke giran li dijî kantona Şehbayê ferz kirine.
Bi vê yekê nahêlin madeyên bingehîn derbasî herêmê bibin bi taybet mazot, ji ber ku mazot roleke bingehîn di tevahî aliyên jiyanê de dilîze, mîna kehrebeyê.
Endamê Kordînasyona Rêveberiya Xwecîhî ya Şehbayê Nîdal Ibrahîm diyar kir ku ew ji ber nebûna sotemenyê astengiyan dibînin û got dorpêç karê wan asteng dike.
NÎDAL IBRAHÎM – ENDAMÊ KORDÎNASYONA RÊVEBERIYA XWECÎHÎ-ŞEHBA
NÎDAL IBRAHÎM: JI BER NEBÛNA SOTEMENIYÊ ASTENGÎ PIR IN
Nîdal Ibrahîm bang li Civaka Navdwletî û rêxistinên mirovî kir ku dawî li dorpêçê bînin û bi erkên xwe yên mirovî rabin.
NÎDAL IBRAHÎM: DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI ERKÊN XWE YÊN MIROVÎ RABE
Hikumeta Şamê li dijî kantona Şehbayê, bi taybet koçberên Efrînê yên li kamp û malên berwêrankirî bi cih bûne dorpêçeke giran ferz dike.
Hemwextî wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbarana li dijî kantonê dewam dikin.
