NERAZÎBÛNÊN LI HEMBERÎ RADESTKIRINA GERÎLA HARÛN ELBAK BERDEWAM IN
Rêveberên ji bajarê Kobanê radestkirina gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak ji bo dewleta Tirk şermezar dikin û dibêjin, xîyanet; têkçûn, bindestî û koletî ye.
Her wiha bang li gel dikin ku nekevin xefkên dewleta Tirk a dagirker û xwedî li parêzvanên xwe derkevin.
Karvedan û nerazîbûnên li dijî radestkirina gerîlayê HPG’ê Harûn Elbak her ku diçin zêdetir dibin û bûyer bi tundî tê şermezarkirin.
Hêzên Parastina Gel HPG’ê jî li ser mijarê ragihandibû ku ew ê bi rengî herî xurt hesab ji xîyanetkaran bixwazin û bang li gel kiribû ku kiryarên weha nepejirînin.
Hevserokê Encumena Kantona Kobanê Mistefa Îto dibêje, xîyanet bindestî û têkçûn e û bang li gel dike ku nekevin xefkên dijmin.
MISTEFA ÎTO- HEVSEROKÊ ENCUMENA KANTONA KOBANÊ
MISTEFA ÎTO: XÎYANET; BINDESTÎ, KOLETÎ Û TÊKÇÛNA HERÎ MEZIN E
Ji hêla xwe ve seroka Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kobanê Şivîn Qul Exasî dibêje, dewleta Tirk dixwaze van bûyeran li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.
ŞIVÎN QUL EXASÎ- SEROKA PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ YA KOBANÊ
ŞIVÎN QUL EXASÎ: PÊWÎST E GEL LI HEMBERÎ XEFKÊN DEWLETA TIRK BI HIŞYARÎ TEVBIGERE
Adara derbasbûyî gerîla Harûn Elbak dema ku ji koma hevalên xwe diqete û bi tenê serê xwe li çiyan dimîne, biryarê dide ku dakeve deştê û pêdiviyên xwe pêk bîne, lê li gundekî Hezaxa Şirnexa Bakurê Kurdistanê bi destê xayînan tê girtin û radestî dewleta Tirk tê kirin.