Zanîngeha Rojava projeya avakirina avahiya xwe ya nû li gundewarên bajarê Qamişlo destpê kir.
Li gorî agahiyan, ev proje mezintirîn projeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
projeya avahiya dê were avakirin rûbera wê 800 donim e û têra zêdetirî 20 hezar xwendekaran dike.
Ji bilî holên perwerde û çalakiyên hunerî, dê stad û parkek werin avakirin.
Her wiha dê avahiyên rûniştina xwendekar û kadaroyên perwerdeyê werin avakirin.
Biryar e ku îsal avakirina 2 yekîneyên bicihbûnê ji bo xwendekaran bi dawî bibe. Ev yekîne wê têra derdora 700 xwendekaran bikin.
