Kanala ROJAVA TV

ROJBÛNA RÊBER OCALAN VEJÎNA GELÊN AZADÎXWAZ E

ŞERVANÊN YPJ: ROJBÛNA RÊBER APO JI BO ME ROJEKE NÛ YE

Bi boneya nêzhatina Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, şervanên YPJ ê gotin: Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojeke nû ye.

Her wiha destnîşan kirin ku Bi berxwedan û keda bêdawî ya Rêber Apo pêşengiya jinan û berxwedaniya wan, bi ser dikeve.

4ê Nîsanê rojbûna rêber Abdullah Ocalan e. Ji bo gelê herêmê roja rizgarkirina ji ‎bindestiyê û her wiha roja şopandina rêya ronahiyê, zanist û fikrê azad e.

Rêber Apo di hemû jiyana xwe de ji bo mirovahî û gelan kedeke mezin da û di dîrokê de cihê xwe di nava mirovên bi nirx de girt.

Di têkoşîna xwe ya jiyanê de ne tenê ji bo gelê Kurd lê belê ji bo hemû gelên Rojhilata Navin û mirovahiyê nirxên mezin ava kir û xizmet kir.

Şervanên YPJ’ê Rûojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin: Rojbûna Rêber Apo ji bo me rojeke nû ye .

Her wiha Şervanên YPJ’ê gotin ku Bi berxwedan û keda bêdawî ya Rêber Apo, pêşengiya jinan û berxwedaniya wan, têkoşîn û hevgirtina wan bi ser dikeve.

Her sal 4 Nîsanê rojbûna Rêber APO dibe wesîleya çandina daran û belavkirina keskahiyê.

Rêveberiya Xweser jî dê di vê rojê de mezintirîn parka li ser asta herêmê li Hesekê veke