Kanala ROJAVA TV

HRRK ENCAMÊN PÊŞKBIRKA HELBESTÊN KURDÎ EŞKERE KIR

ZEKERIYE EFRÎN- HUNERMEND Û DERHÊNER

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistan îro li navneda xwe ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyeke çapemeniyê, encamên pêşbirka helbestan ya ku 27’Sibatê dest pê kiribû diyar kir.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK 27’Sibatê bi armanca piştgiriya helbestvanên ciwan bike, pêşbirka helbestên Kurdî ya bi navê Cana Emînî li Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribû.

Di pêşbirkê de 27 helbestvan ji temenê 18 salî heta 30 salî ji seranserî bakûr û rojhilatê Sûriyê tevlî pêşbirkê bibûn.

Ji wan 27 helbestvanan, 3 helbestvan bi asta yekem, duyem û sêyem bi serketin.

ew jî ev in:

Helbesta Ahîn El-Omerî astak yekemîn, ya Dilyar Osê asta duyemîn û ya Xecê Îssa asta sêyemîn birin.