PARTIYÊN SIYASÎ Û RÛSPIYÊN HERÊMÊ AGIRÊ NEWROZÊ LI HESEKÊ PÊXISTIN
Li bajarê Hesekê partiyên siyasî, serokeşîrên Kurd û Ereb û endamên MSD’ê agirê Newrozê bi coşeke mezin pêxistin.
Li avahiya Encumena Sûriya Demokratîk MSD ya li bajarê Hesekê, nûnerên partiyên siyasî, serokeşîr, rûspî û endamên MSD li hev civiyan û agirê Newrozê bi destê pêkhateyên herêmê hate dadan.
Di şahiyê de her pêkhateyek bi cilûbergên xwe yên neteweyî beşdar bûn û dîlana azadiyê li dora êgir gerandin.
Her wiha peyamên azadiya fîzîkî ya Rêber APO, rizgarkirina herêmên dagirkirî û parastina destkeftiyên şoreşa 19’ê tîrmehê hatin berzkirin.