Kanala ROJAVA TV

LI NAVÇEYA ÇELEBIYÊ YA KOBANÊ NEWROZ BI COŞ HATE PÎROZKIRIN

Li navçeya Çelebiyê ya rojhilatê bajarê Kobanê îro cejna Newrozê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

Bi sedan şêniyên navçeya Çelebiyê, nûnerên Rêvebriya Xweser, partiyên siyasî û tevgerên ciwanan beşdarî Newrozê bûn.

Destpêkê agirê Newrozê ji hêla dayîkên şehîdan ve hate dadan û dîlana li dorê hate gerandin.

Paşê axaftin li ser navên PYD û Tevgera Ciwanên Şorşeger hatin kirin û peyamên tolhildan û serkeftinê hatin bilindkirin.

Piştî axaftinan komên hunerî û dîlanê berhemên xwe pêşkêş kirin û bi gerandina dîlanê pîrozbahî bi dawî bû.