BI BONEYA SALVEGERA KIRÎZA SÛRIYÊ PARTIYA SÛRIYEYA PÊŞEROJÊ MÎHRÎCANEK AXAFTINÊ LI DAR XIST
Partiya Sûriyeya Pêşerojê di bin diruşmeya “Bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re wê şoreşa Sûriyê bi ser bikeve” li bajarê Reqayê Mehrîcaneke axaftinê li dar xist.
Mehrîcan li hola Meşwar a reqayê û bi amadebûna Kesayetên di Encumena cîbcîkar, Encumenên leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kesayetiyên sivîl û siyasetmedarên serbixwe amade bûn .
Di mehrîcanê de hin axaftin hatin kirin û tê de bal hat kişandin ser rola Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aliyên siyasî yên ku li herêmê kar dikin di çareserkirina kirîza Sûriyê de.