Kanala ROJAVA TV

ŞAREDARIYA REQAYÊ TEDBÎRÊN GIRÎNG JI BO RÛBIRÛBÛNA LEHIYAN GIRTIYE

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê bi hevkariya tîmên destwerdana lezgîn, tedbîrên girîng ji bo rûbirûbûna rabûna lehiyan girtiye.

 

Ev çend roj in li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke dijwar dibare ku di encamê de, li hinek herêman lehî rabûne, lê heta niha ti ziyanên wê nehatine tomarkirin.

Şaredariya Reqayê jî, ji bo ku rê li pêş encamên neyînî yên rûdana lehiyan bigre, tîmên xwe belav kirine, torên avrêjiyê kontrol dike û rêyên girtî vedike.

Her wiha 12 alav û amûrên pêwîst ji bo vê rûdana lehiyan hatine veqetandin û tîmên şaredariyê li nava bajêr û gundewaran hatiye belavkirin.

Hevserokê şaredariya gel a bajarê Reqayê Malik El- Herîrî dibêje, tîmên wan 24 seatan di nava amadebaşiyê de ne.