Kanala ROJAVA TV

BI BONEYA SALVEGERA KIRÎZ SÛRIYÊ MSD`Ê CIVÎNEK ÇAPEMENIYÊ LI DAR XIST

Bi boneya salvegera 12`emîn a aloziya Sûriyeyê, encumena sûriya demokratîk MSD civînek çapemeniyê li dar xist , û bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk kir ku ji bo çareseriya demokratîk û nenavendî, beşdarî diyaloga sûriyeyî bibin.

Civîna çapemeniyê li avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li Qamişloyê hat lidarxistin.

Endamên MSD’ê, nûnerên partiyên siyasî yên di bin bane MSD`ê de beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevseroka encumenê Emîne Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de behsa destpêkirina tevgera gel li Sûriyeyê ji bajarê Derayê hat kirin û hate gotin Berê Şoreşa Sûriyeyê hat guherandin û ket xizmeta berjewendiyên aliyên ku tu eleqeya wan bi hêvî û xeyalên sûriyeyiyan re nîn e.