Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER BERNAMEYA NEWROZA ÎSAL BI DAXUYANIYEKÊ EŞKERE KIR

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bernameya Newroza 2023’yan li bajar û navçeyên herêma Cizîrê eşkere kir.

Hevserokên encumena Rêveber û Encumena Zagonsaz ên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê û desteyên wê, nûnerên Kongra Star bi cil û bergên folklorî beşdarî dayîna daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li Çarxerêya Şehîd Yûsif Gulo li bajarê Qamişlo hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Gelê me yê Kurd û hemû gelên Mezopotamyayê Cejna Newrozê bi hemû wateyên xwe yên nûbûn û azadiyê pîroz dikin.

Newroz nûnertiya îrade û berxwedana gelan li dijî bêheqî, zilm û koletiyê dike.

Agirê Newrozê geş dibe, mizgîniya hatina serdemeke nû ku têde îradeya gelan pêk tê, bi xwe re tîne.

Newroza îsal dê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” were pîrozkirin.