Kanala ROJAVA TV

LI DIJÎ TECRÎDÊ LI SERANSERÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ GEL DAKETIN QADAN

Li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gel li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, daketin qadan.

Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê, li navçeyên Girkê Legê û Dêrikê yên Qamişlo, navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê, meşiyan.

Meş bi dirûşmeya “Bi têkoşîna gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin” hatin lidarxistin.

Her wiha di meşê de wêneyên Rêber Ocalan hatin bilindkirin û bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Îmraliyê” , “Na ji tecrîdê re” û “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.