Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN HERÊMA FIRATÊ JI BO PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO LI QADAN IN

MISTEFA SEDÎQ- RÊVEBERÊ TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER A KOBANÊ CIWANÊN FIRATÊ: HETA PÊKANÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO EM Ê TÊBIKOŞIN  FATMA OSMAN- ENDAMA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN CIWANÊN FIRATÊ: AZADIYA RÊBER APO, AZADIYA HER ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ YE  FIRYAL TEMÎ- BERDEVKA YEKÎTIYA JINÊN CIWAN A FIRATÊ

Ciwanên Herêma Firatê, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ev du roj in di meşa dirêj de ne û tekez dikin ku heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO, ew ê têbikoşin.

Her wiha ciwanan gotin, azadiya Rêber APO, azadiya her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Ciwanên herêma Firatê, li dijî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber APO ev du roj in di meşa dirêj de ne.

Di meşa dirêj de ciwanên pankartên bijî berxwedana Îmraliyê û dirûşmeyên ku pesna xweragirî û berxwedaniya Rêber APO didin, berz kirin.

Ciwanên Herêma Firatê dibêjin heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê têbikoşin û bi berxwedaniyê komployê ji nav bibin.

Her wiha ciwanan gotin, azadiya Rêber Ocalan, azadiya her çar parçeyên Kurdistanê û mirovahiyê ye.

Ev meşa ciwanên dê sibe bi girseyî tevlî meşa giştî ya ku dê li Kobanê bê lidarxistin, bibe û ciwan tekez dikin ku ew ê çalakiyên xwe bidomînin.