bi armanca şermezarkirina Tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li kobanê xwepêşandanek hate li dar xistin .
xwepêşandan bi pêşengtiya Yeketiya jinên ciwan û bi amadebûna bi dehan ciwanên Kobanê û endamên saziyan hate li darxistin .
xwepêşandan bi durişma bi vîna jinên ciwan em ê azadiya fîzîkî ya rêbertî misoger bikin, ji qada jina azad destpê kir û li qada Aşîtiyê veguherî mîtîngê .
di mîtîngê de rêvebera yekitiya jinên ciwan Firyal Temî axivî û got dewleta tirk di şexsê rêber Ocalan de dixwaze gelê kurd tune bike .
