Koçberên Efrînî yên li kampa Berxwedan dijîn ji Rojava Tv re behsa êş û zehmetiyên bi wan re derbas dibin kirin.
Koçberan gotin ku tevî ku ew ji malên xwe dûr in jî, dorpêçeke giran li dijî wan heye.
Sala 2018’an Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xelkên Efrînê bi darê zorê ji malên wan koçber kirin.
Tevî êş û azarên di nav kampan de dikşînin jî, Hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li dijî wan dimeşîne.
Koçberên Efrînî yên li nava kampa Berxwedan li Şehbayê dijîn ji Rojava Tv re axivîn û diyar kirin ku tevî ew koçber in jî kel û pelên wan bi zehmetî peyda dibin.
Rêveberiya Encumena Kampa Berxwedan Kîfah Koto ji Rojava Tv re diyar kir ku tevî hemû zehmetiyan jî, pêdiviyên sereke ji ser wan têne qutkirin û dorpêçeke giran li dijî wan heye.
Ji dema dagirkirina Efrînê ve û heta niha dewleta Tirk û çeteyên wê hemû cureyên îşkenceyê li dijî xelkên Efrînê yên resen ve pêk tînin.
Xelkên Efrînê yên li kampan jî jiyan dikin rojane rastî topbaranê tên û ji aliyekî din ve jî Hikûmeta Şamê dorpêçeke giran li dijî wan dimeşîne.
