YEKITIYA JINÊN CIWAN A KANTONA GIRÊ SPÎ PANELEK DIYALOGÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Eyn Îsayê paneleke diyalogê li dar xist û tê de bang li ciwan kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedanê mezin bikin.

Panêl bi dirûşma “Jinên ciwan fedaî Rêber Apo ne” hat li dar xist. Bi dehan jin ji navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî tev li panelê bûn.

Di panelê de endama rêveberiya Kongra Star a kantona Girê Spî Ayat El- Îsa axivî û bang li ciwanan kir ku têkoşînê li hember pergalên faşîst û dîktator mezin bikin.

Beşdarên panelê jî destnîşan kirin ku projeya rêber Ocalan anku netewa demokratîk bi armanca hevbeşiya nîştimanî û jiyana hevbeş di navbera ol û pêkhateyan de û têkoşîna li hember pergalên faşîst, hate pêşkêş kirin.

Di dawiyê de sînefizyonek têkildarî kurtejiyana rêber Ocalan, hate pêşandan.

Share This Article