Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekek girseyî salvegera 5’emîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê şermezarkirin.
Meş bi diruşma “Efrîn ya me ye û wê ji me re bimîne” li navçeya Til Rifet a Şehbayê hate lidarxistin.
Di meşê de wêneyên pakrewanên Berxwedana Serdemê, û pankertên bi nivîsên “Dîktator Erdogan mirovên bê sûc û guneh dikuje” hatin hildan.
Meş li qada navçeyê veguherî mîtîngê, Di mîtîngê de hate gotin ku Efrîn ya Efrîniyane û wê ji Efrîniyan re bimîne. Ew ê bi rihê berxwedana xwe rizgarkirina Efrîn misoger bikin.
