Encumena giştî ya jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê îro li dijî nêzîkatiyên Tirkiyê û hikumeta şamê, xwepêşandanek li dar xsit.
Gelek jinên sazî, dezgeh û komîteyên Rêveberiya Xweser li Reqa û gundewarên wê beşdarî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandêran di xwepêşandanê de pankertên wek “Na ji kuştina jinan re, Em Şer naxwazin” hildan.
Her di xwepêşandanê de Buroya Jinan a Reqayê daxuyaniyek da û tê de got, tevahî kiryar û komkujiyên dijmirovî li dijî destkeftî û daxwazên gelê sûriyê tê kirin.
Buroya Jinan anî ziman ku ew ê li dijî tevahî lihevkirin û nêzîkatiyan, têkoşîna xwe bilind bikin.
