Bi armanca pîrozkirina salvegera damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê, Însiyatîfa Gel a Navçeya Amûdê jî meşek li dar xist
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir, Di meşê de dirûşmeyên bi gotinên rêber Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin hildan û berxwedana gerîla û PKKʹê hatin pîrozkirin. Meş li Qada Şehîd Cîhad rawestiya û veguherî mîtîngê..
Li ser navê Însiyatîfa Gel a Navçeya Amûdê Şêx Mihemed El Qadirî axivî, salvegera damezirandina PKKʹê li rêber Abdullah Ocalan, giyanê şehîdan, gelê Kurd û gerîlyan pîroz kir.
Şêx Mihemed El Qadirî got: “Em bi vê berxwedana xwe ji dijmin re diyar dikin ku em ji bilî ji şehîdên xwe re serî ji tu kesî re natewînin.
Çalakî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû..
