ENCUMENA ZAGONSAZ A HERÊMA CIZÎRÊ ZAGONA MALBATÊ PEJIRAND

Rojava Tv
1 Min Read

Îro encumena zagonsaz a herêma Cizîrê di rûniştandina xwe ya 11’emîn de bi amadebûna 99 nûnerên saziyan û hevserokên encumena zagonsaz ya herêma cizîrê Hikmet Hebîb û Arya Mele Ehmed qanûna malbatê pejirandin.

Rûniştandin bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir, piştre Rapora rûniştandina 10’an bi 3 zimanan hate xwendin her weha rapora kar û xebatên encumenê jî hate xwendin.

Piştre xalên zagona malbatê hatin xwendin û nîqaş ji aliyê emcumen û nûneran ve li ser xalan hatin kirin û zagon ji aliyê encumena zagonsaz ve hate pejirandin..

Li mijarê hevseroka encumena jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û girîngiya vê yekê anî ziman.

 

Share This Article