JI BO ŞERMEZARKIRINA SÛCÊN TIRKIYÊ LI EYN ÎSA, MINBIC Û REQA ŞÊNÎ DAKETIN QADANLi eyn îsa, Minbic û reqayê ji bo şermezarkirina Sûcên dewleta tirk a dagirker daketin qadan.
Di xwepêşandanan de gel êrişên dagirkeriya Tirk wek kiryarên dermirovî û derveyî pîvan û zagonên navneteweyî bi nav kirin û banga hesabxwestinê ji dagirkeriya dewleta tirk kirin .
Ji bo şermezarkirina Sûcên dagirkeriya Dewleta Tirk ên li dijî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê û Herêmên parastinê yên medyayê li EYN ÎSA, minbic û reqa şênî daketin qadan .
Îro ciwanên şoreşger ên kantona Girê spî li navçeya eyn îsayê ji bo şermezarkirina êrîşan xwepêşandanek li dar xistin .
Di xwepêşandanê de bi dehan xebatkarên Sazî, Komîte û Encumenên bajêr beşdar bûn .
tê de li ser navê Ciwanên Şoreşger Mecid Husam axivî û êrişên dagirkeriya Tirk wek kiryarên dermirovî û derveyî pîvan û zagonên navneteweyî bi nav kir .
Kombûna Jinên Zenûbiya ya Minbicê bi heman armancê xwepêşandanek li dar xist û tê de bang li Civaka navdewletî û tevahî rêxistinên mirovî kirin ku hesab ji dewleta tirk bixwazin û rê li pêşiya binpêkirinên wê bigirin .
bi durişma “na ji Êrîşên dagirkeriyê re” Partiya Sûriyeya Pêşerojê a bajarê reqayê xwepêşandaneke girseyî li dar xist .
xwepêşandêran tekez kir ku dê êrîşên tirkiyê tu carî vîna gelê herêmê neşkîne .
Di çalakiyên şermezarkirnê de gel tekez kirin ku ew Amade ne Bersiva Êrişan bidin û Heta dawiyê li hember êrîşên tirkiyê li ber xwe bidin û destkeftiyên şoreşê biparêzin .
