QSD’Ê LI REQAYÊ DESTANÊN DÎROKÎ NIVÎSANDIN Û BERDÊLÊN GIRAN DAN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi nêzîkbûna salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê Çeteyên DAIŞ ê, Şervanekî QSD ê behsa Hûrguliyên Rizgarkirina bajêr kir..

Her wiha şervanê QSD ê got ku bi saya Rêveberiya Xweser armî û Ewlehî  li bajarê  Reqayê vegeriya..

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi hevkariya hevpeymaniya Navneteweyî, 17’ê Cotmeha 2017’an bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Pêngava rizgarkirinê 66 rojan dewam kir û QSD’ê di 20’ê heman mehê de rizgarkirina Reqayê ragihand.

Xelef El- Xemîs xebatên hevbeş ên saziyên Rêveberiya Xweser ên ji bo jinûve avakirina bajarê Reqayê nirxand.

Piştî ku QSD`ê paytexta xîlafeta DAIŞ’ê hilwşenad, dewleta Tirk a dagirker şaneyên DAIŞ’ê xistin tevgerê.

Şervanê Hêzên Sûriyaya Demokratîk QSD ê Xelef El- Xemîs bang li gelên herêmê kir ku tevlî nava Refên Hêzên Sûriyaya Demokratîk bibin da ku Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Êrîşan biparêzin..

Share This Article