HUNERMEND Û ŞÊWEKARÊN REQAYÊ PÊŞENGEHEKE HUNERA ŞÊWEKARIYÊ LIDARXSITIN

Rojava Tv
1 Min Read

Hejmarek ji Hunermend û Şêwekarên bajarê Reqayê bi armanca pêşandana wêne û peykerên xwe pêşengeheke hunera şêwekariyê li ber çemê firatê lidarxsit.

Hunermend û Şêwekarên bajarê Reqayê bi dirûşma “Silav li hunermendên nemir û kevnar” pêşengeheke hunera şêwekariyê bi navê” Totol” li ber çemê firatê lidarxsit.

Di pêşengehê de tabloyên ku jiyan û rewşa ku herêm tê re derbas dibe vedibêjin.

Ji aliyê xwe ve Şêwekara bi navê Emel Etar jî diyar kir ku Tabloyên di pêşengehê de rastî û rewşa ku tê jiyankirin vedibêjin.

piştî rizgarkirina bajarê reqayê ji çeteyên DAIŞ, Rêveberiya xweser rê li ber wênesaz, peykersaz û hunermendêan ve kir, da ku hunera xwe bi pêş bixin û berhemên xwe pêşkêş bikin.

Share This Article