82 MALBATÊN JI DÊRAZORÊ JI KAMPA HOLÊ HATIN DERXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Rêveberiya kampa Holê li ser daxwaza Eşîrên Herêmê 82 malbatên ji xelkên Dêrazorê ji kampa Holê derxist.
Bi çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser û koordîneya Navenda Lêkolîn û Diyalogê ya Sûriyeyî, 346 kes ku ji (82 malbatan) pêk tê, ji kampa Holê hatin derxistin û ber bi Dêrazorê ve hatin rêkirin.
serokê Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed diyar kir ku îsal ev cara duyemîn e koçber ji kampa Holê derdikevin.
Rêveberiya Xweser a kantona Dêrazorê jî malbat wergirtin û ber bi cihê wan ve birin.
Li kampa Holê ya Hesekê ku kampa herî xeter e li seranserî cîhanê, 42 hezar û 781 koçber û penaber dimînin.

Share This Article