7’EMÎN MIHRÎCANA OSMAN SEBRÎ YA WÊJEYÊ DI ROJA DAWIYÊ DE DEWAM DIKE

Rojava Tv
1 Min Read

Çalakiyên 7’emîn mihrîcana Osman Sebrî ya wêjeyê di roja 3’an de li hola zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dewam dike.

Di roja 3’emîn a festîvalê de semînerên wêjeyî, çalakiyên îmzekirin û danasîna pirtûkan têne lidarxistin.

Her wiha di her du rojên derbasbûyî de jî panel û semînerên berfireh li ser dîroka wêjeya Kurdî û gorbuhişt Osman Sebrî hatin pêşkêşkirin.

Helbestvanên beşdar jî bi her du zimanên Kurdî û Erebî helbestên xwe gotin.

Biryar e her îro di roja dawiyê ya festîvalê de helbestvanên serkeftî jî bêne xelatkirin.

Share This Article