7’emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di bin dirûşma “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” îro di roja xwe ya dawî de didome.
Di çarçoveya bernameya festîvalê ya roja 2’emîn de 10 komên govendê ji bajarên cûrbecûr ên herêma bakur û rojhilatê sûriyê, govendên xwe pêşkêşkirin.
Her di festîvalê de ji Rojhilatê Kurdistanê koma govendê ya ku hewl da beşdarî festîvalê bibe, lê ji ber şert û mercan nikarîbû beşdar bibe, peyam şand û daxwaza tevlîbûna festîvalê di salên pêş de kir.
Di Festîvalê 23 komên govendê cihê xwe digirin û îro di roja xwe ya dawî de bi belavkirina xelatan bi dawî dibe.
